ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2019'AN
- 09:00 13 Cotmeh 2019
- Rojev
* Jinên Helebê di derbarê êrîşên artêşa tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bertek nîşan dan û wiha gotin: "Tu hêzên dagirker nikare axa me dagir bikin. Baweriya me bi hêza me ya leşkerî heye, em di têkoşîna xwe de bi israr in."DÎMEN HEYE
*Jinên ku malên wan ji aliyê dewleta tirk vê tên bombebarankirin diyar kirin ku ew ê tu carî serî netewînin û wiha gotin: "Em ê rûyê Erdogan bi berxwedana xwe reş bikin. Emê heta dawî axa xwe biparêzin."DÎMEN HEYE
*Di encama êrîşê de siyasetmedar, Sekreterya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef jiyana xwe ji dest da. Endama Biroya têkiliyên Derve Mizgîn Ehmed got: "Em ê li ser xeta Hevrînê xebata xwe bimeşînin û bibin bersiva êrîşan." Ji rêveberiya Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd jî da zanîn ku dê domdarên xeta Rêheval Hevrînê bin. DÎMEN HEYE
*Jinên ku ji ber bihabûna sebze û fêkiya destvala ji bazarê vedigerin wiha got: “Em maeşa teqawîtbûnê ji xwe didin bacê û fatureyan. Sedema şer krîz e û divê demildest bi dawî be.” DÎMEN HEYE
* Piştî operasyona li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şûnde, Kadiye Agaoglu ya ji gundê sînor Dirbêsiyê ya girêdayê Qoserê derket û li navçeyê bicih bû, wiha got: “Em hêvîdarin ku kesî li xaniyên me bicih nekin.” DÎMEN HEYE
*Ewil xanî û dîwarekî hilweşyayî û piştre jî bîhna barut û xwînê. Dema mirov mirovên li erdê ketî dîtin, Selamet Yeşîlmen ya 4 sal berê li heman navçeyê bi bombeyê jiyana xwe ji dest dabû hat hişê min. Gotina wê yên ‘Erdnîgarî ne qeder e’ hat bîra min. Ger erdnîgarî ne qederbûna wê dîmenên 4 sal berê îro ne li hember me bûna. BI DÎMEN
*Li Nisêbînê welatiyên ku bertek nîşanê panoyên ceyranê yên DEDAŞ’ê xistine bin erdê, dan. Jinan diyar kirin ku ji ber bertek nîşan dane cezayên ceyranê yên 500-600 TL li wan hatiye birîn û diyar kirin ku wê her tim li dijî vê pêkanînê bin. BI DÎMEN
* Hunermend Îlkay Akkaya diyar kir ku operasyona li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê Tirkiyeyê bike xetereyek mezin û wiha got: “Bedel çi dibe bila bibe divê em ligel hev cih bigirin. Tiştekî zêde yê em winda bike nemaye.” DÎMEN HEYE







