Jinên Helebê : Em ê êrîşan vala derbixin, serkeftin a me ye

  • 09:01 13 Cotmeh 2019
  • Rojane
HELEB - Jinên Helebê di derbarê êrîşên artêşa tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bertek nîşan dan û wiha gotin: "Tu hêzên dagirker nikare  axa me dagir bikin. Baweriya me bi hêza me ya leşkerî heye, em di têkoşîna xwe de bi israr in."
 
Êrîşên dewleta tirk di 9'ê Cotmehê de, li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî tund tê kirin. Têkidarî mijarê jinên Helebê  êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û bertek nîşan dan.
 
'Ji bilî berxwedanê rê li pêşiya me tune ye'   
 
Jina bi navê Ewaş Mihemed di derbarê êrîşên artêşa tirk de wiha got: "Erdogan dixwaze ji nû ve dagirkeriya xwe li ser Gelê Kurd bide meşandin. Çawa Efrîn dagir kir, niha jî dixwaze Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê jî dagir bike. Tu cihê Erdogan li ser erdê me tune ye. Em êrîşa wî şermezar dikin. Hêza me  ya bersivê xurt e. Em li ser axa xwe ne. Ev welat, welatê me ye. Divê em hemû  bi yek  hêzê li hember êrîşan bisekinin. Li pêşiya me ji bilî berxwedanê tiştekî din tune ye." 
 
'Wê gelê me êrîşan vala derbixin' 
 
Jina bi navê Zelox Ebdo da zanîn  ku wê  berxwedana wan li hember êrîşan berdewam bike û tu kes nikare hêviya azadiyê bişkîne û wiha got:"Em tu carî bindestiyê qebûl nakin. Li pêşiya çavên hemû dinyayê Erdogan komkujiyan pêk tînê. Tu deng ji dewletên navneteweyî û yên ku banga aştiyê dikin  tune ye. Ev  tê wateya ku ew bi Edogan re şirîk in. Wê gelê  me êrîşa Edogan vala derbixîne."
 
'Me xeta berxwedanê hilbijartiye' 
 
Her wiha jina bi navê Elîf Reşîd jî got: "Em tu carî serî li hember dagirkeriyê natewînin. Em ê li ber xwe bidin. Berxwedan jiyan e.  Me xeta berxwedanê hilbijartiye."