Jinên Qamişloyê: Em ê heta dawî axa xwe biparêzin

  • 09:04 13 Cotmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Jinên ku malên wan ji aliyê dewleta tirk vê tên bombebarankirin diyar kirin ku ew ê tu carî serî netewînin û wiha gotin: "Em ê rûyê Erdogan bi berxwedana xwe reş bikin. Emê heta dawî axa xwe biparêzin."
 
Êrîşên dewleta tirk ên li dijî Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê ku di 9'ê Cotmehê de dest pê kir didomin. Jinên Qamişloyê yên ku malên wan hatine topbarankirin têkildarî mijarê de wiha gotin:"Bila kes nêbeje qey ew ê me têk bibe. Em xwedî îradeyek mezin in. Em ê îradeya xwe teslîm nekin."
 
'Tenê berxwedan û serkeftin xeta me ye'
 
Dayika bi navê Çekdar Nafiya Cemîl Ehmed got:"Em dewleta tirk li ser xaka xwe qebûl nakin û em ê li ser axa xwe bimînin. Em niha li kolanan parastinê dikin. Em ê rûyê Erdogan bi berxwedana xwe reş bikin. Canê xwe ji bo axa xwe em ê feda bikin. Tenê berxwedan û serkeftin xeta me ye."
 
'Em dev ji têkoşîna xwe bernadin'
 
Her wiha Şeha Husên jî ev yek got: "Em ji topbaranê natirsin. Heta dawiyê jî em ê li ber xwe bidin. Vîna me naşkê, roja me tarî nabe. Em dev ji têkoşîna xwe bernadin"
 
'Ger pêwîst bike em ê li kêleka şervanên xwe şer bikin'
 
Elham Xelef jî anî ziman ku niha du xortên wê di çeperên herî pêş ên Serêkaniyê şer dikin û wiha dom kir: "Em dev ji welatê xwe bernadin. Em ê li ber xwe jî bidin heta dawiyê. Dewleta tirk sivîlan hedef digire. Wijdanê mirovahîyê miriye. Em jî li pişta şervanên xwe ne. Ger pêwîst bike em ê li kêleka şervanên xwe şer bikin."
 
'Heta dawiyê berxwedan'
 
Hacîr Şêxmûs diyar kir ku ew ê heta dawiyê axa xwe terk nekin û wiha got: "Em narevin. Em kar û xebatê xwe didomînin. Topbaran li ser serê me ye, em jî tenê dibêjin berxwedan û heta dawiyê berxwedan. Em ê heta dawî axa xwe biparêzin."