'Ji ber guleyan me xaniyên xwe terk kir'
- 09:12 13 Cotmeh 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Piştî operasyona li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şûnde, Kadiye Agaoglu ya ji gundê sînor Dirbêsiyê ya girêdayê Qoserê derket û li navçeyê bicih bû, wiha got: “Em hêvîdarin ku kesî li xaniyên me bicih nekin.”
Operasyona leşkerî ya ku Tirkiyeyê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabû destpêkirin ket roja 5’emîn. Bi destpêkirina operasyonan re yek ji navendên ku pevçûnan lê dest pê kir, taxa Dirbêsiyê ya girêdayê Qoser a li xeta sînor bû. Gund li nokteya sifir a sînor e û di salên 90’î de jî hatibû valakirin û hilweşandin. Li gund ev 5 roje di navbera QSD û leşkeran de pevçûnên dijwar tên jiyîn. Li gundê ku dengê bombe û çekan qet nesekinî, ji ber pevçûnan welatî neçar man gund vala bikin.
Li gundê ku hezar û 500 nifûs heye, koçberiyê dest pê kir û yek ji welatiyên koç kiriye Kadriye Agaoglu ye. Kadriye bi 4 malbatî re di xaniyekî 3 ode de dimînin û diyar kir ku ev salek û nîv e, leşker guleyan li aliyên din dibarînin û got: “Roja êrîşan dest pê kir di 9’ê cotmehê de top hatin avêtin lê me got ev jî dişibe rojên din. Saetekê bê navber top avêtin alî Sûriyeyê. Lê carê bersiv ji wir jî hat. Piştî ji wir jî hat em ketin fikaran. Leşker nêzî xaniyan bûn em gule li xaniyan diketin.”
‘Em hêvîdarin ku kes li gundê me bicih nebe’
Kadriyeyê destnîşan kir ku ji ber fikarên ewlehiya can neçar mane mala xwe terk bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di navbera xaniyên me û leşkeran de navberek kurt hebû. Lê der barê xetereyê de kesî em hişyar nekirin. Her kes dizane ku em gundî wê ji van êrîşan zirarê bibînin. Lê tevî vê hişyariyek nekirin. Li gund yek kesek nema. Em neçar man ji gundê xwe derkevin. Hemû mal derketin. Em ê vegerin lê heta em vegerin hêvîdarim kesek li xaniyên me neyên bicihkirin.”
‘Heta niha yek guleyek ji wir nehat’
Welatiyek ku nexwest navê xwe bide ew jî heman gundî hatiye navçeyê û wiha pê de çû: “Leşkerên sînor hewl dan me wek mertal bikar bînin. Ji aliyê din yên sînor heta îro yek guleyek nehatibû alî me. Hikûmeta AKP’ê ji hemû tiştên tên jiyîn berpirs e. Ligel leşkeran gelek endamên OSO jî di gundê me de ne. Em bi wan bawer nakin.”







