Divê jinên têkoşêr li hember vê êrîşa bê bext bê deng nemînin
- 09:20 13 Cotmeh 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Bi armanca şermezarkirina êrîşa hovana ya ku li dijî Sekertera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef pêk hat, koodinasyona Kongreya Star daxuyaniyeke nivîskî da.
Di 12'ê cotmeha 2019'an de Sekertera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriy Hevrîn Xelef rastî êrîşeke hovana ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê hat û di encamê de hat qetilkirin û jiyana xwe ji dest da. Têkildarî bûyerê Koordinasyona Kongreya Star daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye :
"Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef ji aliye leşkerên tirk û komên girêdayî wê ve hat hedef girtin. Hevrîn wek jineke pêşeng ji bo ewlekarî û parastina civaka xwe di nava berxwedanê de bû. Hevrîn bi salan ji bo azadî û wekheviya civaka xwe xebatên giranbûha dan meşandin. Ji bo têkoşîn û azadiya civaka xwe di gelek kar û xebatên rêveberiyê de bi fedekarî cihê xwe girt. Herî dawî jî dema ku li ser erka xwe bû ji aliye dijmin ve bi êrîşeke sekvanan jiyana xwe ji dest da.
Ev êrîşa dijmin li hember hêza tevgera jin û destkeftiyên pêşngtiya şoreşa jinan e. Tirs û xofa dijmin herî zede li hemberî jinan derdikeve pêş. Bi vî rengî dixwazin di şexsê pêşengên jinan ên şoreşa Rojava de hêz, berxwedan û yekîtiya jinên cihanê ji holê rabikin û tune bikin. Lê belê berxwedan û hêza jinên şoreşger û berxwedêr wê her tim zindî be û li ser lingan be. Tola şehîdên azadî û wekheviya civakê wê tu carî li erde nemine û bi hezaran kes dewsa wan bigrin û hêviya wan wê li erde neminin.
Em wek kongra star ev êrîşa dijmin ya li ser Hevala hevrîn bi dijwarî şermezar dikin û helwesta xwe bi awayeke tund li hember hemû hêzên dagirker û raya giştî didin xuyakirin. Divê hemû jinên cihanê, jinên têkoşînvan û azadîxwaz li hember vê êrîşa bê bext û dijwar bê deng neminin û helwesta xwe bidin nişandan.
Hêvî û kedkariya hevala hevrîn wê di her qada jiyanê de zindî be û bi hêviyên azadî û demokrasiye ve berxwedanî û têkoşîna wan wê berdewam be. Em di şexsê hevala hevrîn de hemû şehîdên têkoşîn û azadiyê bi bîr tînin û dibin şopdarê rêya wan a pîroz. Li ser vî esasî em careke din vê êrîşa bê bext şermezar. "







