Li Rojhilatê Kurdistanê gel daket qadan: Rojava ne bi tenê ye
- 11:26 13 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserî Rojhilatê Kurdistanê gel li dijî operasyona leşkerî ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û piştgiriya xwe bi berxwedanê re anîn ziman.
5 ro jin li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla arteşa tirk ve operasoneke leşkerî pêk tê. Di encama êrîşê de gelek sivîl birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. Her wiha nexweşxane, dibistan û ambûlans jî bûn hedefa bombebaranê. Bertek û nerazîbûnên li hemberî êrîşê jî didomin. Li seranserî bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistanê bi hezaran welatî ji bo şermezarkirina êrîşan daketin qadan û bertekên xwe anîn ziman.
Xelkê bajarên Urmiye, Şino, Mehabad û Pîranşarê li dijî operasyona arteşa tirk daketin qadan. Di çalakiyan de bê navber dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava, faşîst Erdogan" qêriyan. Di meşan de gel piştgiriya xwe bi berxwedanê re anîn ziman.
Bi heman armancê gel li parêzgeha Kirmanşan, Şabad, Ciwanrû, Pawe û Salasa Bawecanî daketin qadan. Di meşan de dirûşmên “Rojava û Rojhilatê Kurdistan yeke, bijî berxwedana Rojava” qêriyan
Li parêzgeha Îlam’ê jî bi sedan welatî li dijî dagirkeriyê daketin qadan û hêrsa xwe li dijî dagirkeriyê nîşandan. Di meşê de bê navber dirûşmên “Rojava ne bi tenê ye, Bijî berxwedana Rojava” di gotin.
Li paytexta Îran Tehranê jî Kurdistanî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakî kirin. Çalakvan li pêşiya Balyozxaneya Tirkiye kombûn û nerazîbûna xwe nîşan dan.







