Ji bo Hevrîn Xelef li Dêrikê merasîma cenaze
- 11:41 13 Cotmeh 2019
- Rojane
QMIŞLO - Ji bo siyasetmedara kurd Hevrîn Xelef ku ji aliyê hêzên girêdayî Tirkiyeyê ve hat qetilkirin hat diyarkirin ku li Dêrikê merasîma cenaze ya girseyî wê bê lidarixistn.
Ji bo Sekretera Giştî ya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef, ku ji aliyê hêzên girêdayî Tirkiyeyê ve hat qetilkirin hat diyarkirin ku li Dêrikê merasîma cenaze ya girseyî wê bê lidarixistn. Ji bo merasîma ku hat diyarkirin wê di 14.00'an de bê lidarxistin li bendê ye ku ji tevahiya Herêma Cizîrê kes tevli bibin.
Hevrîn, wê piştî merasîma girseyî ku bê lidarxitin bê definkirin.







