'Divê endamên Heyva Sor bên berdan'

  • 11:53 13 Cotmeh 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Dema ku Kadroyên Tendrustiyê berê xwe dan Eyn Îsa da ku sivîlên birîndar xilas bikin, arteşa dewleta tirk ew girtin. Endama Heyva Sor Henûf Şehreman bang li NY kir ku: "Pêwîste kadroyên me werin berdan, ji ber ku karê me xislaskirina sivîlan e"
 
Duh dema ku kadroyên tendrustiyê Mediya û Mihemed li ser riya Silûk û Eyn Îsa de bûn, xwestin birîndarên sivîl xilas bikin, ji aliyê arteşa tirk ve hatin girtin. Derbarê vê mijarê Endama Heyva Sor a Til Temir Henûf Şehreman axivî û wiha got: "Ji 9'Cotmehê ve arteşa tirk sivîl hedef girtine û gelek şehîd û birîndar hene. Kanî aştiya ku Erdogan qala wê dike? Gelo aştî qetilkirina jin û zarokan ne?"
 
Henûfê derbarê girtina endamên wan yê Heyva Sor de ev bang kir: "Em bi karê xwe yê exlaqî radibin. Pêwîste Netewên Yekbûyî zextê li ser Dewleta Tirk bike û endamên me berdan. Eger neyê berdan NY û civaka Navdewletî berpirsiyar e."