Pero Dundar: Ev dagirkirin û şer li dijî kurdan hatiye îlankirin
- 12:14 13 Cotmeh 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar, bal kişand ser roja destpêkirin îrîşê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got; "Ev êrîş berdewamiya komployê ye. Ev dagirkirin û şer li dijî kurdan hatiye îlankirin."
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pero Dundar derbarê Operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rohilatê Sûriyeyê ku di 9'ê Cotmehê de da destpêkirin de axivî û got; "Ev êrîş li dijî kurdan hatiye kirin. Ev dagirkirin û şer li dijî kurdan hatiye îlankirin."
'Êrîşên dewletê yên li ser Nisêbînê berdewam dikin'
Pero bi bîr xist ku 9'ê Cotmehê Roja Komploya Navneteweyî ku li dijî kurdan hatiye destpêkirin e û got ku ev êrîş jî berdewamiya vê komployê ne. Pero bal kişand ser êrîşên ku 4 roj in li ser hin navçeyên li ser sînor berdewam dikin û wiha got: "Li her du aliyê sînor jî gelek kesên sivîl ji ber êrîşan jiyana xwe ji dest dan. Em hejmara kesên li aliyê Rojava jiyana xwe ji dest dan nizanin. Êrîşên dewetê yên li ser Nisêbînê berdewam dikin û ewlehiya jiyana tu kesî tune ye."







