TJA: Qetilkirina Hevrînê sûcê şer e
- 12:39 13 Cotmeh 2019
- Rojane
AMED - TJA'yê derbarê qetilkirina Sekrtera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê de daxuyanî da û got, "Qetilkirina Hevrînê ya di encama sûîqestê de sucê şer e. Em bang li her kesî dikin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî derkevin."
Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê qetilkirina Sekrtera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê de daxuyanî da û wiha got: "Du di kesayea Hevrînê de jin carekedin hedef hatine girtin, tora berxwedanê û ya înşakirinê tê xwestin bên hilweşandin. Em bang li hemû aliyan dikin ku xwedî li vê berxwedanê derkevin."
Berdewamiya daxuyaniya TJA'yê wiha ye: "Êrîş li dijî guhertina demografiya herêmê ye û li gorî berjewendiyên desthilatdarên mêtinger tê kirin û di nava vî şerî de kuştina Hevrîn ku di nava siyaseta demokratîk de bû sûcê şer e. Ev êrîş di şexsê Hevrîn de li dijî pergala demokratîk a bi pêşengiya jinê ye û encama polîtîkayên dijminatiya li jinê ye.
Em ê li dijî êrîşên zîhniyeta hov têkoşîn û rêxistiniya xwe xurt bikin. Di şexsê Hevrîn de em piştevaniya têkoşîna jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Em vê êrîşa ku li jinê hatiye kirin bi tundî şermezar dikin û bang li jinên kurd û hemû jinan dikin ku li dora rêxistinbûn û têkoşîna jinê bibin yek. Em bang li jinan hemûyan, rêxistinên navneteweyî û parêzvanên mafên mirovan dikin ku li dora şoreşa jinê ya Rojava bibin yek û lê bibin xwedî."







