785 DAIŞ'î ji kampê reviyan

  • 12:51 13 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kampa koçberan a li Eyn Îsa ya  ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyeyê ve hat bombebaran kirin, tê valakirin. Hat diyar kirin ku 785 DAIŞ’î ji kampê reviyan e. 
 
Tirkiye di şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da dest pê kirin de, cih û warên sîvîlan hatin bombebaran kirin. Balafirên şer ên Tirkiyeyê di heman demê de kampa koçberan a li Eyn Îsa bombebaran kir. Di kampê de bi hezaran koçber hene û jiyana wan di xeteriyê deye. Ji ber vê yekê dest bi valekirina kampê hat kirin. 
 
Hat diyar kirin ku di bombebaranê de hin DAIŞ’iyên girtî ji kampê reviyane. Hat ragihandin ku heta niha 785 DAIŞ'î reviyane.