Gelê Ereb li dijî êrîşan li cihên rêjîma BAAS'ê mîtingek li dar xist
- 13:24 13 Cotmeh 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Gelê ereb li cihên Rêjîma BAAS li dijî operasyona leşkerî ya arteşa tirk a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîtîng li dar xist.
Arteşa tirk piştî tezkere li Meclîsa Tirkiyeyê hat erêkirin di 9'ê cotmehê de li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonek da destpêkirin. Di operasyonê de cihên tenduristiyê, dibistan û maşineyên ambûlansê hedef hatin girtin. Her wiha di encama êrîşan de gelek sivîl birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. Li dijî êrîşan çalakî û meşên girseyî tê lidarxistin.
Gelê ereb li qada Beyîgerê Hafiz El-Esed mîtingek li dar xistin. Bi sedan kes tevlî mîtîngê bûn. Di mîtîngê de bi dirûşmeyan êrîşa arteşa tirk hat şermezarkirin. Her wiha her roj li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel li qadan çalakî li dar dixin û biryarbûna xwe ya li hemberî parastina axa xwe didin nîşandan.







