Li Şehbayê Kongreya Star bi meşekê êrîş şermezar kir

  • 13:34 13 Cotmeh 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê, bi dirûşma, "Dagirkerî û gefên Erdogan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewamiya Komploya 9’ê Cotmê ya li ser Rêber Apo ye" li ser rêya gundê Til Girehê yê Şehbayê meşek hat lidarxistin. 
 
Bi dirûşmeya "Dagirkerî û gefên Erdoxan li ser Bakur û Rojhilata Sûriyê berdewamiya Komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêber Apo ye" bi sedan kes ji Efrîn û Şehbayê tevlî meşa ku di pêşengiya Kongreya Star de li dijî êrîşên Artêşa Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin bû. Çalakvanê tevli meşê bûn êrîşên Atêşa Tirk bi tundî şermezar kirin.
 
 Meşa li ser rêya gundê Til Qirehê yê Şahbayê dest pê kir hat qada Kampa Serdemê berdewam kir. Gel bi hêrsek mezin bi dirûşmeya "Bimre Îxanet", "Qatîl Erdogan" û "Bijî yekbûna gelê Sûriyê" berz kirin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşerên azadiyê û pankartên bi dirûşêa "Ji bo azadiyê em li ser piyan e, "Serkeftina ya jinan e", "Duh Efrîn îro Cizîr" û alên YPJ/YPG'ê hatin hilgirtin.
 
'Berxwedan berdewam e'
 
Piştî  deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî pakrewanên azadiyê, Endama Koordinasyona Kongreya Star a Efrînê Newroz Heşêm û  endama Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê Rîhab Çebo axivîn. Di axaftinê de êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilata Sûriyê şermezarkirin û wiha gotin:  "Berxwedana li ser xeta azadiyê û şopandina rêya azadiyê û demokrasiyê berdewam dike. Banga me ji gelên Sûriyê re heye ku li dijî dagirkeriyê bibin yek û li dijî êrîşan serî hildin."
 
Meş bi dirûşmên  "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedaniya Rojava", "Bijî wekheviya gelan" bi dawî bû.