Rewşenbîrên cîhanê piştevaniya xwe ya bi Rojava re diyar kirin

  • 13:52 13 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan rewşenbîrên ku li cîhanê navdar in û kolektîf piştevaniya xwe ji bo Rojava nîşan dan û gotin: "Ev deklarasyon qêrîna hêrsê ye, qêrîna hêrsê ya hevgirtina li xwîşk û birayên me yên Kurd e ku ji bo jiyaneke din têdikoşin."
 
Ji gelek deverên cîhanê nêzî 200 akademîyen û bi dehan kom ji bo piştevaniyê li Rojava bikin daxuyaniyeke hevpar îmze kirin. Di nav wan de kesan de yên navdar jî hene. Banga piştevaniyê ji hêla malpera bi navê Kurdistanamericalatina li Spanya û Italyayê hate weşandin. Kampanyaya îmzeyan ji hêla hewldana xwendekaran ve hate kirin ku li Zanîngeha Beneemerîta Ontom Pebla ya Meksîkayê doktoraya xwe dikirin û Insîyatîva 'Ji Ocalan re azadî' destek dayê.
 
'Divê sînorê bakurê Rojava bê parastin' 
 
Daxuyaniya hevpar a bi navê ''Em piştgiriye didine Gelê Kurd û gelên ku li Bakurê Sûriyê li ber xwe didin'' wiha ye:
 
''Li ser êrîşa leşkerî ya piştî biryara di navbeyna Donald Trûmp (DYE) û hevtayê wî yê Tirk Serokkomar Recep Tayyip Erdogan de, ku derfet da yekîneyên leşkerî yên DYE'yê ji Sûriyê vekişin, ya li ser gelên azad ên Rojava û Bakurê Sûriyê, em wiha difikirn ku diyarkirina van alan lezgîn e û hewce ye:
 
* Komuna  Rojava ya ku li ser  hîmê rêxistiniya sosyal a alternatîf, Konfederalîzma Demokratîk a xweseriya derî dewlet, mafê diyarkirina çarenûsa xwe, demokrasiya rasterast û têkoşîna dijî pergala baviksalar ji xwe re esas dibîne, li Rojhilata Navîn projeya pêşî ya polîtîk a dij-kapîtalîst temsîl dike. Xweseriya li Rojava utopyaya cîhaneke dî pêkan e, ku bihevrebûna çandî, têkiliya cihê û xwedî xaên, rêzdariya dayiktiya xake rojane diparêze. Rojava nîşanî me dide ku pêkan e ku mirov teslîmî wê hovîtiyê nebe ku em wê dijîn.
 
* Destkeftina pêşî ya otonomiya li Rojava astengkirina hişmendiya radîkal a Dewleta Îslamê (DAÎŞ) bû. Îro, ev peymana qirêjî hewldana milîtanên Kurd asteng dike û mewziyên girîng ku heta niha YPG û YPJ li Başûrê Sûriyê li dijî terora DAÎŞ'ê bi ser xistin, dixe talokeyê. Jixwe ji bo ku sînorê bakurê Rojava ji dagirkeriya Tirk were parastin û azadkirin, divê hêzên Kurd cihê wan were guherandin.
 
* Şerê li dijî xweseriya Rojava ya ku xwe dispêre kavilên dewleta Sûriyê, bi salan e bi rengekî sîstematîk tê kirin: êrîş û dagirkerî bû rewşeke normal. Piştî ku DYE'yê hêza leşkerî ji ser sînorên Tirkiyê û sînorê kişandin, ev êrîşên sîstematîk tê rewşeke bêhtir taloke û li dijî yên ku ji bo demokrasiyê şer dikin, dijminatiya dewleta Tirk dibe îhtîmale qirkirineke rasteqîn.
 
Em li cem Gelê kurd in
 
Ji ber vê em akademîsyen, xwendekar, aktivîst, organîzasyonên sosyal, kolektîf, gelên rêxistinî û berxwedêr, em nîşan didin ku li cem Gelê Kurd in û li cem wan hemû gelan in ku li Bakurê Sûriyê têdikoşin û em careke dî li dijî bêdengiya tevlîhev a Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê û hemû rêxistinên navnetewî, ku careke dî nîşan didin, mafê mirovan tenê bi rajêrbûna li şertên piyaseta kapîtalîst diparêzin, li dijî vê êrîşa nû ya kapîtalîst û baviksalarî ya dewleta Tirk ku di bin vê bêdengiya tevlîhev de bi dengekî bilind pêk tînin, hêrsa xwe diyar dikin.
 
Ev deklarasyon qêrîna hêrsê ye
 
Berevaniya li Rojava, ne tenê li Rojhilata Navîn, berevaniya li wan hemû kollektîfan û kirdeyan e ku  li gelek aliyên cîhanê li dijî barbariya kapîtalîst têdikoşin. Ev deklarasyon qêrîna hêrsê ye, qêrîna hêrsê ya hevgirtina li xwîşk û birayên me yên Kurd e ku ji bo jiyaneke dî têdikoşin.