Li Kobanê di encama topbaranê de 2 kes birîndar bûn
- 15:26 13 Cotmeh 2019
- Rojane
KOBANÊ - Artêşa Tirk navenda Kobanê topbaran kirin, di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Artêşa Tirk di 9'ê Cotmehê de êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Îro jî navenda Kobanê bi obîs û hawanan hat topbarankirin. Di encama topbaranê de 2 sivîl birîndar bûn. Li gorî bijîşkan rewşa birîndaran baş e.
Navê kesên ku birîndar bûne wiha ne: Rohilat Yildiz a 20 salî û Cemîl Ehmed El-Ehmed ê 65 salî.







