Heyeta DHP'ê: Divê bê aşkerakirin ku hawan ji ku tên
- 15:28 13 Cotmeh 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Heyeta HDP'ê diyar kir ku ketina Nisêbînê li wan hatiye qedexekirin û wiha got: "Têkildarî guleya hawanê ya li nava Nisêbînê ket gelek pirs hene. Li wir tiştekî ji me vedişêrin heye."
Di 11'ê Cotmehê de guleya hawanê li navçeya Nisêbînê ket û 9 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Tê îdîakirin ku guleya hawanê ji aliyê tabûra leşkerî ve hatiye avêtin. Heyeta HDP'ê duh ji aliyê leşker û polîsan ve bi hinceta ewlehiyê hatin astengkirin. Polîs û leşkeran destûr neda ku heyeta HDP'ê ya ji Parlamenterê HDP'ê û Wekîlê Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Mithat Sancar, Parlamentera HDP'ê Pero Dundar û Ebru Gunay pêk tê biçin li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê lêkolîn bikin. Parlamenterê HDP'ê û Wekîlê Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Mithat Sancar, Parlamentera HDP'ê Pero Dundar û Ebru Gunay têkildarî geşedanên li navçeya Nisêbînê li avahiya HDP'ê ya Mêrdînê civîna çapemeniyê li dar xistin.
'Divê bê aşkerakirin ku hawan ji ku tên'
Wekîlê Serokê Meclîsa Tirkiyeyê û Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar, diyar kir ku duh heyeta wan hat astengkirin û wiha got: “Naxwazin em û gel bi hev re bin. Xuya ye ku tiştekî ji me vedişêrin heye. Dema Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu û heyeta pêre diçin ser sînor ji bo wan tu astengî û mezhûr tune ye. Lê dema em diçin destûr nadin me. Wê demê tiştekî ji me vedişêrin heye. Hawan ji ku hatiye gelek pirs der barê vê yekê de hene. Ev hawan ji ku hatine di mejiyê her kesî de gelek pirsên cîddî hene. Ger ku sivil tên kuştin çima dewlet naxwaze ronî bibe.
Li Koserê maseya krîzê
Li Qoserê masa krîzê hatiye avakirin. Li gorî masa krîzê 12 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 70 kes birîndar bûne. Ji 3 paran, parek Nisêbînê vala bûye. Xebatên masa krîzê ya li herêmê hikûmetê bêzar dike. Der barê vê operasyonê de fikarên me pir zêde ne. Em dê li dijî vî şerî tu carî tawîz ji aştiyê nedin. Em ê her dem bi gelê xwe re bin."







