Foza Yusif tevlî merasîma oxurkirina Hevrînê bû: Em dev ji axa xwe bernadin
- 15:46 13 Cotmeh 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Sekreterya giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriye Hevrîn Xelef di van kêliyan de bi merasimekê tê oxirkirin. Di merasîmê de Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yusif axivî û got: "Projeya Erdogan û DAIŞ'ê dê têk biçe. Em dev ji axa xwe bernadin."
Ji bo Sekreterya Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef , ku ji aliyê hêzên girêdayî Tirkiyeyê ve hat qetilkirin, di van kêliyan de li bajarê Dêrîkê ya girêdayî Kantona Qamişlo, bi merasîmekê bi tevlîbûna hezar kesan tê oxirkirin. Di merasîmê de pêkhateyên Suryan, Ermen û Ereb jî cihê xwe girtin.
Di merasîmê de Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yusif axiftinên girîn kir û wiha got: "Projeya Erdogan û DAIŞ'ê dê têk biçe. Em dev ji axa xwe bernadin. Em weke Efrînê nakin ku em ji vir koçber bibin em nikarin vegerin. Em deh hezar şehîd bibin jî, bi milyonan Kurd li ser vê axê bi serfirazî bijîn. Bila herkes berê xwe bide Serê Kaniyê."
Niha merasîm didome..







