Keyayê gund bertek nîşanî leşkeran da

  • 16:06 13 Cotmeh 2019
  • Rojane
MÊRDÎN /ŞIRNEX - Hat ragihandin ku leşkeran bi darê zorê ala tirk li mala şîna ya kesên ku li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dabûn daleqadine û ji malbatê xwestine ku dema HDP'î bên şînê wan biqewirînin.
 
Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kut û kesên ku di "Maseya Krîzê" ya ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hatiye avakirin de cih digirin, çûn serdana şîna kesên ku duh li Nisêbînê di encama teqîna topeke hewanê de jiyana xwe ji dest dabûn. HDP'iyên ku sersaxî ji malbatan re xwestin û destnîşan kirin ku ew li cem malbatan e.
 
Çûn Şîna li Hezexê hat danîn
 
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî di nav de heyeta HDP'ê ya çû Şirnexê piştre derbasî Hezexê bû,. Heyeta ji Hezexê jî ji bo tevli şîna ku ji bo Fatma Yildiz (47) û zarokên wê  Leyla Yildiz (16) û Emine Yildiz (12) ên di teqîna topa hewanê ya Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dabûn bibin çû gundê. HDP'î çûn mala şînê û sersaxî ji malbata Yildiz re xwestin. Îmîr li vir axaftineke kir û ev tişt got: "Kurd bi salan e di nav şer de dijîn. Heta îro me gelek komkujî dîtin. Lê tu komkujî jî me neqedand. 4 sal berê jî li Nisêbînê komkujî pêkanîbûn, îro jî heman tiştî dikin. Bi destê dewletê heta niha gelek mirovên me hatine kuştin. Em vî şerî şermezar dikin. Em dijminê tu kesî ne. Tenê em di xwazin di axa xwe de azad bijîn. Em daxwaz dikin ku demildest ev şer raweste û mirovên me jiyana xwe ji dest nedin." 
 
Leşkera ji bo HDP'yî nekevin gund welatî tehdît kirin
 
Ji heyeta HDP'ê re hat ragihandin ku rayedarekî leşkerî bi darê zorê ala tirk li mala şînê daleqandiye. Kesên ku vê agahî dan heyeta HDP'ê gotin ku heman rayedarî ji wan ev tişt xwestiye: "Bila HDP'yî neyên vê şînê. Ew neyarên we ne. Dema ku HDP'yî hatin wan bi qewirînin. Kesên jiyana xwe ji dest dane şehidên me ne. Parlamenterên HDP'ê negirin gund. HDP'yî kujerên we ne. Hûn van alan danexînin."
 
'Em tu kesî naqewirînin'
 
Hat hînbûn ku keyayê gund rayedarê leşkerî re nîqaş kiriye û jê re ev tişt gotiye: "Em tu kesên ku tên şîna me nawewirînin. HDP jî di nav de em tu kesî naqwirînin. HDP her dem li cem me ye."
 
Heyeta HDP'ê ji bo ku sersaxiyê bide malbata Dara Alî ku di teqîna hewanê ya Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dabû bibe, ji vir jî derbasî Silopyayê bû.