Di êrîşa li Cizîrê de 11 kesî jiyana xwe ji des da, 74 kes jî birîndar bûn
- 16:10 13 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Dema konvoya Cizîrê berê dan Serêkaniyê rastî êrîşên artêşa tirk hatin. Li gorî agahiyên destpêkê 11 kesî jiyana xwe ji dest dane û 74 kes jî birîndar bûn. Her wiha nûçegihana ANHA'yê Seed El-Ehmed jî jiyana xwe ji dest daye.
Dema konvoya Cizîrê berê xwe dan Serêkaniyê rastî êrîşên artêşa tirk hatin. Artêşa tirk bi balafir û obisan êrîşî konvoya Cizîrê kir di encamê de nûçegihana ANHA'yê Seed El-Ehmed jî di nav de heyî 11 kesî jiyana xwe ji dest da û 74 kes jî birîndar bûn.
Her wiha hat ragihandin ku nûçegîhanê ANHA'yê Seed El-Ehmed nûçeya konvoyê dişopand.







