Ji jinan bang: Em şer naxwazin û bila demildest aştî pêk bê
- 16:27 13 Cotmeh 2019
- Rojane
ENQERE - Platforma Jinan a Enqereyê diyar kir ku wê jin nebin parçeyek ji planên şer û ev bang li jinan kir: "Ji şer re bibêjin na û demildest aştiyê bixwazin. Herwiha platformê qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef jî bi bîr xist û gotin wê ev qetilkirin di dîrokê de wekî sûcê şer bê binavkirin.
Platforma Jinan a Enqereyê diyar kir ku wê jin nebin parçeyek ji planên şer û ev bang li jinan kir: "Ji şer re bibêjin na û demildest aştiyê bixwazin. Herwiha platformê qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef jî bi bîr xist û got wê ev qetilkirin di dîrokê de wekî sûcê şer bê binavkirin.
AKP -MHP li dijî tevahiya civakê şer dane destpêkirin
Platforma Jinan a Enqereyê têkildarî êrîş û şerê Tirkiye ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye ji 9'ê Cotmehê ve dane destpêkirin li Yekîtiya Mulkiyeyan civîna çapemeniyê li der xist. Li salonê pankarta “Şer dikuje, aştî dide jiyîn" vekirin. Li ser navê platformê Devrim Kilinç daxuyanî xwend. Devrîm, diyar kir ku êrîşa Tirkiye daye destpêkirin navê “Kaniya Aştiyê" lê kirine û wiha got: "AKP dixwaze bi vê şer rewa bike. Şer bi bombebarana axa welateki din û kuştina jina û zarokan, weki aştî nayê rewakirin pênasekirin. Herî zêde jin şer û mîlîtarîzmê nas dikin û bûne şahidê wê. Bi salan e em têkoşîna aştiyê didin. Divê em îro bêtir dengê xwe bilind bikin. Niha em dibînin ku koalîsyona AKP-MHP'ê li dijî hemû civakê şer daye destpêkirin. "
'Em nabin parçeyê şer'
Devîrîm, anî ziman ku gel erê nekiriye ku pirsgirêka Kurd li şûna demokrasiyê bi şer çareser bikin û wiha got: "Hêzên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, Sekretera Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hewrin Xelef kuştin. Ev sûcê şer e. Li dijî hemû destkeftiyên jinan şer didin destpêkirin. Li dijî Gelê Kurd, Êzidî, Suryanî, Ermenî, Ereb û hemû gelên ku azadiya xwe dixwazin li dijî wan şer dane destpêkirin. Bi van êrîşan dixwazin ji nûve rê li pêş DAIŞ'ê vekin. Di dagirkirina Şengalê de DAIŞ'ê gelek jin revandin û li bazaran firotin. Em nabin perçeyên şer. Em nabin plana şer. Em bang li hemû jinan dikin ku bêjin 'Ji şer re na, aştî hema niha' berz bikin."







