Meclîsa Jinan a HDP'ê qetilkirina Hevrîn Xelef şermezar kir

  • 16:50 13 Cotmeh 2019
  • Rojane
ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê qetilkirina siyasetmedar Hevrîn Xelef bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir û gotin: "Di şexsê Hevrînê de êrîşê hemû jinan hat kirin. Em ê li dijî sûcên şer dengê xwe bilind bikin û têbikoşin."
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef de daxuyaniyeke nivîskî da û bang kir ku li dijî şer helwestek nîşan bidin. 
 
Di daxuyaniya nivîskî de qala taybetmendî û xebata Hevrînê hat kirin û wiha hat gotin: "Hevrîn di têkoşîna azadiya jinê, di qada aborî de xelek xizmet da. Her tim li dijî pirsgirêkan alîgira diyalogê bû. Hevrîn li ber çavê her kesî hat qetilkirin. Hevrîn di sala 1983’an de li Dêrikê hat dinê û li vir jiyanê hûr bi hûr hunand."
 
'Em ê têkoşîna xwe mezin bikin'
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku suîkasta li hemberî Hevrînê ne tesadûf e û wiha hat dom kir: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya jinê jiyaneke azad û wekhev tê afirandin. Lê êrîşa ku pêk hatî di şexsê Hevrînê de li hemberî hemû jinan pêk hatiye. Hevrîn di qada siyaseta demokratîk de pêşeng bû. Her tim ji bo azadî û wekheviyê di nava têkoşînê de bûn. Gelên li Sûriyeyê dijîn jineke pêşeng winda kir."
 
Daxuyaniya Meclîsa Jinan wiha bi dawî bû: "Di şexsê Hevrîn Xelef de li hemberî jinên cîhanê êrîş pêk hat. Em jin li hemberî sûcên şer dê dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe mezin bikin."