Walîtiyê bejahiya Şirnexê wekî 'Herêma ewlehiya taybet' îllan kir

  • 17:35 13 Cotmeh 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê, bi hinceta êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bejahiya Şirnexê tev weke 'Herêma Ewlehiya Taybet' îlan kir.  
 
Walîtiya Şirnexê, êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hincet nîşan da û ragihand ku beşeke mezin a bejahiya Şirnexê weke 'Herêma Ewlehiya Taybet' îlan kiriye. Walîtiyê di biryara xwe de diyar kir ku ji bo 3 rojan têketina çiyayên Cûdî, Gebar, Besta û Newala Qoriyê qedexe kiriye û xebatên li kanên medenê, baxçeyan û paletiyê daye rawestandin.