4 rojnemevan di êrîşa Cizîrê de birîndar bûn
- 17:39 13 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Dema konvoya Cizîrê berê xwe dan Serêkanî artêşa tirk a bi balafiran êrîşî konvoyê kir. Hat diyar kirin ku di encama êrîşê de 4 rojnamevan birîndar bûn.
Dema konvoya Cizîrê berê xwe dan Serêkaniyê rastî êrîşên artêşa tirk hatin. Di encama êrîşê de 11 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 74 sivîl jî birîndarin. Her wiha di vê êrîşê de 4 rojnamevan Rojbîn Akcîn, Mehmet Ekîncî, Bêrîcan Yildiz û Ersîn Çaksû jî birîndar bûn.
Her wiha nûçegihana ANHA Seed El-Ehmed jî dema ku konvoya gelê herema Cizîrê diçe Serêkaniyê, di encama bombebarana dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dide.







