Hevrîn Xelef bi merasîmekê girseyî hat oxir kirin

  • 18:55 13 Cotmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO -  Bi hezaran şêniyên Dêrîkê, têkoşerên azadiyê yên ku di encama êrîşên artêşa tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dane bi merasimekê girseyî oxirkirin. 
 
Artêşa tirk a di 9'ê Cotmehê de êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di encama êrîşan de gelek sivîl birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. Li bajara Dêrîkê yê girêdayî Kantona Qamişlo îro sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane bi merasimekê girseyî li goristana Şehîd Xebat hat oxir kirin. Yek ji wan Sekreterya Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef ku di kemînekê artêşa tirk a û hevkarên wî de jiyana xwe ji dest dabû. 
 
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê des pê kir. Her wiha li ser navê hêzên leşkerî Kurdistan Xêrikê, Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yusif, Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Asya Abdullah û li ser navê Partiya Sûriyeyê pêşerojê axivîn.
 
Foza Yusif: Projeya DAIŞ'ê dê têk biçe 
 
Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yusif axivî û wiha got: "Projeya Erdogan û DAIŞ'ê dê têk biçe. Em dev ji axa xwe bernadin. Em weke Efrînê nakin ku em ji vir koçber bibin em nikarin vegerin. Em deh hezar şehîd bibin jî, bi milyonan Kurd li ser vê axê bi serfirazî bijîn. Bila herkes berê xwe bide Serê Kaniyê."
 
Dayika Hevrînê Suad: Hevrîn ji bo wekheviya gelan têkoşîn da 
 
Dayika Hevrîn Xelef, Suad Mistefa axivî û wiha got: "Keça min ji bo axê pîroz jiyana xwe ji dest da. Em ê herdem li ser doza wê têkoşîna xwe bidomînin. Min keça xwe diyarî vê axê û Serokatî kir. Erdogan dibêje yek al, yek gel, yek ol, yek ziman. Hevrîn li hember vê zîhniyetê têkoşîn da û got wekheviya gelan. Ji bo gelê Ereb, Kurd, Suryan, Ezîdî û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re bijîn, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê avakirin. Ji ber ev rastiya vê axê ye em hemû netev bi hev re dijîn."  
 
Asya Abdullah: DAIŞ bi têkoşîna gelê me têk çû
 
Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Asya Abdullah axivî û wiha got: "DAIŞ bi têkoşîn û berxwedana gelê me têk çû. Dewleta tirk bingketina DAIŞ'ê qebûl nekir. Îro jî dewleta tirk a dagirker dixwaze ev projeya DAIŞ'ê ya qirkirinê serneket, dixwaze ev bi xwe bi êrîşên xwe serbixîne. DAIŞ têk çû lê belê aqil benda DAIŞ'ê li ser kare û êrîşî tevahî mirovan dike. Projeya netewa demokratîk ji bo mirovan nû ye. Em gelê bi hemû netewên xwe bibin yek da ku dewleta tirk nikaribe têkeve axa me û gelê me qetil bike. Ji bo ku em li ser axa xwe bi aramî bijîn, divê em hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parastina xwe bi xwe bikin."
 
Her wiha nasnameya têkoşerên azadiyê hat xwendin û paşê bi dirûşme û tilîliyan spartin axê.