TJK-E: Roj roja têkoşînê ye

  • 18:58 13 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E ya li dijî êrîşên qirker ên dewleta tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her kes vexwed qadan û got: “Li dijî qetlîaman divê lezgîn jin,ciwan û dostên kurdan bikevin tevgerê û jiyanê bi tevizînin.”
 
Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek nivîskî da got: “Dewleta Tirk li gel komên girêdayî xwe li Rojava li ber çavê cîhanê hemû qirkirin û qetlîama pêk tîne. Divê li dijî qetlîaman di serî de jin, ciwan û hemû dostên Gelê Kurd bi lezgîn bikevin nava liv û tevgerê û jiyanê bitevizînin. Roj roja têkoşînê ye.”