Xelkê Hewlerê û parêzerên Silêmaniyeyê li dijî êrîşan daketin qadan
- 19:02 13 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkên Hewlêrê û parêzerên li Silêmaniyeyê li dijî operasyonên leşkerî ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî li dar xistin û êrîşana şermezar kirin.
Li Hewlêr û Silêmaniyêyê ya Herêma Federal a Kurdistanê çalakiyên şermezarkirinê ya li dijî êrîşên dewleta tirk hatin lidarxistin. Di çalakiyan de bêdengiya Neteweyên Yekbûyî hat şermezarkirin.
Li Hewlêrê bêdengya NY'ê hat şermezarkirin
Xelkê Hewlêrê îro carek din li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber avahiya Netewên Yekbûyî ya li Hewlêrê çalakiyek nerazîbûnê lidarxistin. Bi pêşengtiya rêxistina Lobî Kurdistan gelek kes li ber avahiya NY’yê kombûn û nerazîbûn nîşanî êrîş û bêdengiya civaka navnetewî dan. Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn, di daxuyaniyê de êrîş bi tûndî hate şermezarkirin û hate gotin ev êrîş binpêkirineke li dijî lihevkirina mafê mirov a navnetewî ye. Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku dewleta Tirk di êrîşên xwe de xelkê sivîl, nexweşxane, dibistan û cihên sivîlan dike armanc. Di beşek din ya daxuyaniyê de helwesta NATO hate şermezarkirin û hate gotin, NATO Tirkiye ji bo wêrankariyê bikartîne. Herwiha daxwaz ji civaka navnetewî hate kirin ku ji bo rawestandina van êrîşan gavên pratîkî bavêjin.
Parêzerên Silêmaniyê bertek nîşanî operasyonê dan
Parêzerên Silêmaniyê li ber Dadgeha Silêmaniyê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan û bang li Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî kirin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herêma dij firînê ava bike. Her wiha eşkere kirin ku êrîşên dewleta Tirk berevajiya pîvanên mafên mirovan in. Li Silêmaniyê li ber Dadgeha Silêmaniyê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komek parêzer daxuyanî da. Di daxuaniyê de bang li Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî tê kirin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herêma dij firînê ava bike.







