'Bi piştevniya jinan aştiya civakî dikare pêk bê'
- 20:17 13 Cotmeh 2019
- Rojane
ANTALYA - Jinên ku di panela "Jin Dostanî û Aştî" de axivîn, diyar kirin ku bi piştevaniya jinan aştiya civakî dikare pêk bê.
Navenda Piştevaniya Jinê ya Antalyayê û Bi Komeleya Piştevaniyê re Kuluba Bavyeraya Bakur ya Tirk û Almanan panela "Jin Dostanî û Aştî" li dar xist. Di panela ku li Odeya Tabîban a Antalyayê hat lidarxistin de Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Antalyayê Gulser Oztunali Kayr axivî .Gulserê bal kişand ser rola jinê di qada civakî û rola wê ya dîrokî ya di warê aştiyê de û wiha got: "Em wekî welat di pêvajoyeke girîng re derbas dibin. Lê bi piştevaniya jinan dikare aştiya civakî pêk bê.
Ji Akademîsyenên Aştiyê Hafîze Oturk Turkmen jî got, bi dostaniya di navbera jinan de bi aştiya ku pêşbikev dikar şerê ku ji ber zîhniyeta mêr derdikeve bê bidawîkirin.
Hevberdevka Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) Kamîle Yilmaz jî diyar kir ku bi şerê nû tên destpêkirin re jin bêhtir jiyana xwe ji dest didin û bi tundiyê re rûbirû dimînin. Di şer bên bidawîkirin.







