Sîvîlên ku berê xwe dabûn Serêkaniyê hedef hatin girtin

  • 08:13 14 Cotmeh 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Artêşa tirk sivîlên ku ji bo şermezarkirina êrîşan berê xwe dabûn Serêkaniyê ji aliyê artêşa tirk ve hatin topbarankirin.
 
Artêşa tirk sivîlên ku berê xwe dabûn Serêkaniyê bi balafirên şer bombebaran kir. Heyva Sor a Kurdî birîndar û kesên jiyana xwe ji dest dan rak Nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Hesekê. Di vê êrîşî de 75 kes birîndar bûn û 15 sivîl jî jiyana xwe ji dest dan. 
 
Jinek birîndar ku temenê wê 45 saliye bang li rêxistinê mafê mirovan kir û got: "Êdî bes e çavê xwe vekin. Vêqetlîamê, gelo kes nabîne? Em li ser xaka xwe ne, me êrîşî tu kesî nekiriye. Dewleta tirk a dagirker tev çeteyên xwe îro êrîşî me kir. Mafê me yê xwezayî ye ku em xwedî li welatê xwe û xaka xwe derkevin. Îro me bi çavê xwe dît ku çawa artêşa tirk êrîşî sivîlan dike."