Şêniyên Dêrikê komkujiya ku li Serêkaniyê pêk hat şermezar kirin
- 08:19 14 Cotmeh 2019
- Rojane
DÊRIK - Meclîsa bajarê Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişloyê hedefgirina sivîlên ku berê xwe didan bajarê Serêkaniyê, bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Meclîsa bajarê Dêrikê ya kantona Qamişloyê hedefgirina sivîlên ku berê xwe didan bajarê Serêkaniyê, bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyanî li qada Şehîdan hat dayîn, bi dehan şêniyên Bajarê Dêrikê tevlî daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî ji aliyê Endamê Meclisa Bajarê Dêrik Hûsên Ehmed ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
"Dewleta tirk a dagirker li pêşiya çavên cîhanê û dewletên navneteweyî komkujiyan bi serê miletê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Dema ku sivîlan berê xwe dide bajarê Serêkaniyê da ku piştgirtiya gel bike, Artêşa dewleta tirk a dagirker komkujiyek pêk anî. Di encamê de bi dehan birîndar û şehîd çêbûn. Dewleta tirk sûcê mirovahiyê dike. Em xwediyê vê axê ne, em ê hebûna xwe biparêzin.
Banga me ji dewletên navnetewî re ku li hemberî vî şerî bisekinin da ku komkujiyên mezintir çênebin."
Daxuyanî bi dirûşma"Bijî berxwedana Rojava"bi dawî bû.







