Endama MYK'ê ya HDP'ê hat binçavkirin
- 08:23 14 Cotmeh 2019
- Rojane
AMED - Endama MYK'ê ya HDP'ê Hulya Ertaş di çarçoveya lêpirsîna derbarê wê de hatibû vekirin de, hat binçavkirin.
Endama Lijneya Birêvebirinê ya Navendê (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hulya Ertaş di çarçoveya lêpirsîna derbarê wê de hatibû vekirin de, li Amedê hat binçavkirin. Polîsan bi şev ji bo îfadeyê Hulya birin Şaxa TEM'ê ya Muduriyeta Emniyeta Amedê.







