ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2019'AN
- 09:00 14 Cotmeh 2019
- Rojev
*Jinên li Hesekê berket nîşanî êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û gotin: "Mirov tenê carekê dimire, bila mirina me jî bi rûmet be. Em ê heta dawiyê şer bikin. Serkeftin ya me ye." BI DÎMEN
*Bertek û nêrazîbûnên li hemberê operasyona leşkerî ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li Amedê dayikan bertekên xwe wiha anîn ziman: "Banga me li dayikên eskeran jî heye, zarokên wan diçin ji derveyî sînor şer dikin. Divê ew jî bi me re rabin li dijî şer têbikoşin." BI DÎMEN
*Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergîz bang kir ku bila welatî ji ber pirsgirêkên ji ber pevçûnan derketine serî li maseya krîzî ya ji aliyê şaredariyê ve hatiye avakirin bidin.
* Zarokên li bajarê Qamişloyê yên ku bi sedema êrîşên dewleta tirk dûrî dibistana xwe ketine gotin: "Me bêriya mamoste û hevalên xwe yê dibistanê kiriye. Em şer naxwazin, em dixwazin vegerin dibistana xwe." BI DÎMEN
*Malbatên ji bo debara xwe bikin zivistanê li Stenbolê û havînan jî li Agiriyê di konên ku vedikin de dijîn û cil û bergan difroşin, beyî av, ceyran û di şert û mercên zehmet de jiyana xwe didomînin. Jinan diyar kirin ku ew di konan de dijîn û wiha gotin: “Dewlet çi bixwaze dibîne lê li vir 50 malbat dijîn, me nabîne. Tenê tiştên dixwazin dibînin.” BI DÎMEN
*Endama Meclîsa Jinan a DÎK’ê Hatîce Kavran der barê operasyona Tiriyeyê li hember Bakurê Sûriyeyê daye destpêkirin de got: “Peymana Medîneyên ji bo hemû gelên cîhanê projeya jiyana wekhev û azad e.” BI DÎMEN
*Piştî operasyonên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Nisêbînê pevçûn hatin jiyîn û di hedefa bertekan de jî serokomar Tayyîp Erdogan yê talîmata operasyonê dayî heye. Gotina ewil ya li ser zimanê şêniyên bajêr ‘aştî’ ye. BI DÎMEN
*Endama ÎHD MYK’ê Nuray Çevîrmen astengiyên li pêş girtiyên nexweş vegot û diyar kir ku li girtiyên nexweş mirin tê ferzkirin. BI DÎMEN
*Dîdar Gul ya SKM’î diyar kir ku yek ji sedemên herî girîng ya êrîşên AKP’ê ya li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘tirsa li hember şoreşa jinan a Rojava ye’ û wiha pê de çû: “Em ê jî li vir xwedî derketina li destkeftiyên jinan berdewam bikin.” BI DÎMEN
* Li Panosê kesê bi navê Bunyamîn Solmaz hevjîna xwe Saîme Solmaz û keça xwe Kezban Kaya qetil kir. Kadiye Kaya da zanîn ku divê Bunyamîn Solmaz cezayê herî giran bigire û wiha got: “Ne tenê kujerê Saîme û Kezbanê, divê hemû mêrên ku jinan qetil dikin cezayên herî giran bigirin. Divê li hemû cîhanê wisa be.” BI DÎMEN







