‘Li girtiyên nexweş mirin tê ferzkirin’
- 09:16 14 Cotmeh 2019
- Rojane
ENQERE - Endama ÎHD MYK’ê Nuray Çevîrmen astengiyên li pêş girtiyên nexweş vegot û diyar kir ku li girtiyên nexweş mirin tê ferzkirin.
Li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê binpêkirinên mafan her diçin giran dibin û girtiyên nexweş di alî xwegîhandina xizmetên tenduristiyê de pirsgirêkên mezin dijîn. Ji ber dermankirina wan nayê kirin gelek nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Der barê vê de hîna jî tu pêngav nehatiye avêtin. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û endama Însiyatîfa ji bo Girtiyên Nexweş Azadî Nuray Çevîrmen rewşa girtiyan nirxand.
‘Pêkanînên li dijî rumeta mirovahiyê’
Nurayê bi lêv kir ku ji girtîgehên Sîncan û Qeyseriyê gelek girtiyên nexweş hene lê serlêdan kêm in û ev tişt anî ziman: “Li girtîgeha Sîncanê em der barê 10 girtiyên jin yên nexweş de xwedî agahî ne. Lê hejmar bêguman zêdetir e.Ne tenê girtiyên siyasî, yên edlî jî hene. Li girtîgeha Qeyseriyê jî du girtiyên jin yên nexweş em jê agahdar in. Der barê pirsigrêkên tenduristiya wan de binpêkirinên cidî hene. Ya girîng jî astengiyên li pêş xwegîhandina xizmeta tenduristiyê ye. Bi wesayîtên rîngê yên yek kesî dibin nexweşxanê, bi kelepçeyê derman dikin. Ji ber van pêkanînên ku rumetê dişkînin, girtî jî naxwazin biçin nexweşxanê.”
‘Li girtiyan mirinê ferz dikin’
Nurayê di berdewamiyê de anî ziman ku der barê girtiyên nexweş de bi Midûriyeta Giştî ya Malên Tevkîf û Ceza û Wezareta Dadê û Tendurisityê re hevdîtin kirine û ev tişt anî ziman: “Ne tenê Wezareta Dadê, wezareta Tenduristiyê jî divê rewşa girtiyan li ber çavan bigire. Li nexweşxaneyan divê wezareta tenduristiyê der barê dermankirina bi kelepçe de tiştên pêwist bike. Divê hemû pirsgirêkên li pêş dermankirineke baş çareser bike. Divê wezareta dadê şoapndina vê bike, rewşên sewqê bişopîne û divê girtiyên nexweş yên nikarin li girtîgehê bimînin demildest tahliye bikin, an jî ceza taloq bikin. Li girtiyên nexweş mirin tê ferzkirin. Gelek nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Ligel evqas pirsgirêk hene çareseriyek pêk naye û ev jî wijdanan nerehet dike. Em serlêdanên pêwist dikin. Em pêvajoyê dişopînin. Ligel vê bi hezaran girtiyên nexweş yên ku serlêdanên wan ji me re nehatine hene.”
Nurayê girtiyên nexweş ên jin yên li girtîgeha Sîncan û Qeyseriyê wiha rêz kir:
Girtîgeha Sîncanê
Pinar Tîkît: Di mêjiyê wê de kîstê anokroît heye. Kîst niha 8 santîm e. Di 10 santîmî de divê teqez bê emelyetkirin. Ev nexweş jî ji ber pisgirêkên girtîgehê qewimiye. Ger bigihêje 10 santîmî wê zirar bide hucreyên mêjî. Ji ber vê divê demildest bê emelyatkirin.
Reyhan Kavak Ozbek: Zaroka wê ya ji sedî 81 astengdar e heye. Dayika 5 zarokane. Nexweşa astimê ye, fitqa wê heye. Di sînîrên lemlateyên wê de helîn heye. Ji ber fitqa ku pêş ketiye çîmên wê bê bandor mane. Her dim westandiye û ji ber vê pirsgirêkên cidî dijî. Serî li me dabû. Diyar kiribû dema diçe nexweşxanê rastî newekheviyê tê.
Dîlber Tanrikulu: Bi ling û gurmikên wê de birînên vekirî hene. Li Amedê sê caran emelyet bûye. Protez û parçeyên metal li lingekê wê xistine û ji nexweşxanê derxistine. Nikare li girtîgehê jiyana xwe bidomîne. Divê teqez ji girtîgehê derkeve û bê dermankirin. Hevalên wê hewcedariya wê ya paqijiyê dikin. Li girtîgehê pisgirêka tuwaleta alafiranga heye.
Ayşe Torukçu: Di kezeb û milê wê d eparçeyên şarapnelê hene. Nexweşa hîpertansiyon û qelsiya dil e. Nexweşiya wê ya tîroîtê heye.
Elîf Çetînbaş: Nexweşiya wê ya guatr û roza siya heye.
Nedîme Yaklak: Nexweşa gurçik, guatr û tansiyonê ye. Nexweşiya wê ya alerjiyê heye.
Sabîte Ekîncî: Nexweşa Hepatît Be ye. girêdayê vê nexweşiyê, nexweşiya ba û kolestrolê heye.
Seva Çildirci: Nexweşxa astimê ye. Nexweşiya wê ya helîna hestiyan û dil heye.
Zeynep Yilmaz: Cezayê muebeta giran lê hatiye birîn û tenê tê girtin. Nexweşa Panîk Ataqê ye. Ji ber nexweşiyê çûye psîkiyatrî û derman danê. Niha van dermanan bikar tîne. Ligel vê girêdayê panîk ataqê, nexweşiya haşîmatoral jî heye.
Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê
Nazli Soglîn: 23 sal cezayê wê heye. 10 sale girtiye. Di mîdeya wê de ulser heye, du damarên mêjiyên wê xistimandîne, kapaxa dilê wê kalin bûye û êşa movikan dijî. Her wiha di malzaroka wê de kîst heye, nihakre bîhna xwe bigire û bide. Di alî xwegîhandina ximzeta tenduristiyê de jî zehmetiyan dikşîne.
Seyran Demîr: Li girtîgeha Tarsê bû. Li wir pirsgirêkên mezin jiya. Ji ber pirsgirêka diran, nikaribû xwarinê bixwe û daketiye 36 kîloyî. Niha li girtîgeha Qeyseriyê ye. Nexweşa Losemî bû, bi ser ket lê ligel vê nexweşa dil, astim, anemî û fitqê ye. Ji bo cezayê wê taloqkirin serlêdan kiriye lê girtîgehê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dayê.







