Kurdên Rojhilat ew ê îro ji bo Rojava dîsa derkevin qadan

  • 10:11 14 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDAN NÛÇEYAN - Xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi rojane ji bo piştgirîdayîna Berxwedana Rûmetê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li ser piyan e. Tevî hemû zextên rejîma Îranê bi hezaran kes tevlî xwepêşandanên dijî êrîşên Tirkiyeyê dibin. Tê payîn îro jî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê xelk dakeve qadan û êrîşên Tirkiyeyê şermezar bikin.
 
Duh li seranserê Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên li dijî êrîşên dewleta Tirk yên ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hebûn. Bi hezaran kes rabûn ser piyan û êrîşan bi tûndî şermezar kirin. Duh xelkê parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam duh jî li ser piyan bûn.
 
Di xwepêşandanan de bê navber dirûşmên ‘Bijî Rojava’, ‘Bimre Erdogan’ hatin berzkirin. Êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê bi tûndî hat şermezarkirin.
 
Her wiha hunermend, nivîskar, rojnameger, rewşenbîr û parêzerên Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî bi awayên cuda piştgirî dan Berxwedana Rûmetê. Gelek hûnermendan konserê xwe yên li Tirkiyeyê dan betalkirin. Gelekan jî bi stranên xwe piştgirî dan xelkê Rojava. Her wiha gelek nivîskar û rojnamegeran jî banga boykotkirina kel û pelên Tirkiyeyê kir.
 
Tê payîn îro jî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê xelk dakevin qadan û bi xwepêşandanê êrîşên dewleta tirk şermezar bikin.