Endamên Heyva Sor a Kurd kirin hedef
- 10:22 14 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Dewleta tirk bi êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû sedem ku gelek sîvîl jiyana xwe ji dest bidin. Piştî hedefkirina sivlan vê carê Endamên Heyva sor a Kurd bûn hedefên êrîşan.
Şeva din di saet 11:30'an artêşa dewleta tirk Endamên Heyva Sora a Kurd kirin hedefa êrîşên xwe. Di encamê de 4 endamên Heyva Sor a Kurd birîndar bûn. Dema ku Endamên Heyva Sor berê xwe didin Serêkaniyê da ku bi erkê xwe yê ehlaqî û mirovahî rabin û birîndaran derman bikin, dibin armancên êrîşan.
He wiha duh jî komkojiyek derheqê sivîlên Herêma Cizîrê de pêk hat, dema ku diçin pişgirtiya gelê Serêkaniyê balafirên dewleta tirk bomebaran kirin, di encamê de gelek sivîl û birînar û şehîd bûn.







