Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin

  • 11:43 14 Cotmeh 2019
  • Rojane
AMED - Polîsan li navçeyên navendî ya Amedê bi ser gelek malan de girt û gelek kes binçav kirin. 
 
Polîsan vê serê sibê li navçeyên navendî Peyas, Rezan, Yenîşehîr û Sûrê yên Amedê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de derî hatin şikandin û eşyayên malan hatin belavkirin. Di serdegirtina malan de Mazlum Kardaş, Bêrîvan Abîş, Sergen Sucu, Cotkar Amara Yurek jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Hênceta binçavkirinê nehat zanîn û polîsan binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. 
 
Cotkar Amara Yurek (17) ji 7 saliy xwe ve cara 12’emîn e tê binçavkirin. Yurek herî dawî di 13’ê nîsana 2019’an de polîsan lê dabû û di sergirtina malê de ew binçav kiribû.