Asya Abdullah bang li rêxistinên jinan kir: Em têkoşînek hevpar bikin
- 11:53 14 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Asya Abdullah li ser navê Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kongreya Star bang li hemû rêxistinên jinan kir û got:"Em têkoşîn û xebatên hevpar bidin meşandin. Em rê li ber vê terora hovane bigirin."
Asya Abdullah li ser navê Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kongreya Star daxuyaniyek nivîskî da û bang li hemû rêxistinên jinan kir.
'Li vir jiyanê tune dikin'
Asyayê got: "Îro li vir jiyan tê tunekirin. Zarok, jin û yextiyar tên qetilkirin. Nexweşxane, firin depoyên avê, trafoyên elektrîkê hedef tên girtin. Planên komkujiyê niha di dewreyê de ye. DAÎŞ'yên ku niha li kampan dimînin ji bo hemû mirovahiyê talûkeyek mezin e. Îro li vir li dijî terora DAÎŞ'ê têkoşînek mezin tê meşandin."
'Hevrînê li ber çavê cîhanê hat qetilkirin'
Di dewamiya axaftinê de Asyayê bal kişand ser qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Pêşêrojê ya Sûriyeyê û wiha got:"Tevî Şehîd Hevrîn 9 kes hatin înfazkirin. Hevrînê ji bo hemû gelên li Sûriyeyê têkoşîna siyaset demokratîk dida meşandin. Di çarçoveya xebatên partiyê de wê pêşengiya têkoşîna jina azad dikir. Lê mixabin li ber çavê hemû cîhanê hat qetilkirin. Vê terorê di şexsê Hevrînê de hemû jin hedef girtiye."
'Em têkoşînek hevpar bikin'
Asyayê di dawiya daxuyaniyê de wiha got:"Ez bang li hemû rêxistinên jiyan dikim ku em hev re têkoşînê bidin. Em têkoşîn û xebatên hevpar bidin meşandin. Em rê li ber vê terora hovane bigirin.Divê em hemû jin dengê xwe ji bo edalet, aramî, wekhevî û aştiyê bilind bikin."







