Nûçegihanê Çira Tv Mihemed Hisên Reşo jiyana xwe ji dest da

  • 13:02 14 Cotmeh 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Duh dema gelê Cizîrê diçû Serêkaniyê dewleta tirk bi balafiran êrîşî konvoyê kir û gelek sivîl birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. Nûçegihanê Çira Tv Mihemed Hisên Reşo jî di vê êrîşê de giran birîndar bû û duh şev jiyana xwe ji dest da. 
 
Artêşa tirk duh dema gelê Cizîrê berê xwe dan Serêkaniyê bi balafiran êrîşî Serêkaniyê kir di encamê de gelek sivîl birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. Nûçegihanê Çira Tv Mihemed Hisên Reşo jî bi  konvoyê re diçe Serêkaniyê di bombebarana artêşa tirk bi giranî birîndar dibe û duh şev jiyana xwe ji dest dide.