Polîsan li Cizîrê êrîşî daxuyaniyê kir gelek kes hatin binçavkirin

  • 13:19 14 Cotmeh 2019
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li Cizîrê polîsan êrîşî  daxuyaniya ku hat xwestin li dijî oparasyona li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê lidarxistin kir û gelek kes binçav kirin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwest ku li dijî oparasyona li ser Bakur û Rohilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin daxuyaniyê bide. Lê polîsan bi hinceta biryar qedexeyê ya walîtiyê heye destûr nedan ku daxuyanî bê dayîn û gelek kes binçavkirin. 
 
Endamên partiyê ku bi israr xwestin daxuyaniyê bidin piştî ku ji hevdîtinê tu encam negirtin vê carê xwestin li ber avahiya HDP'ê daxuyaniyê bidin. Kesên tevli daxuyaniyê bûn gek ji wan hatin binçavkirin.