Yekîtiya Ragihandina Azad êrîşên li dijî rojnamevanan şermezar kir

  • 16:17 14 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDAN NÛÇEYAN - Yekîtiya Ragihandina Azad êrîşên dewleta tirk ên li dijî rojnemevan û sivîlan şermezar kir.
 
Yekîtiya Ragihandina Azad bi daxuyaniyekê komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker duh li dijî karwanê sivîlên li Serêkaniyê pêk anîn û nûçegihanê ajansa me Saed Ehmed şehîd xist, her wiha 8 nûçegihanên din jî birîndar bû, 11 sivîl şehîd bûn û 74 jî birîndar bûn, şermezar kir.
 
Daxuyaniya Yekitiya Ragihandina Azad wiha ye:
 
"Karwanê destekdayîna mirovahiyê ya sivîlan, ku ji herêmên Cizîrê ber bi bajarê Serêkaniyê ve diçû, ji aliyê artêşa Tirk ve duh êvarê hate hedefgirtin û di encamê de rojnemevan bûn qurbanî.
 
Di encama topbaranê de nûçegihanê ajansa HAWAR`ê Saed Ehmed şehîd bû.
 
Rojnamevanên birîndar ev in:
 
Nûçegihanê ANHA`yê Mihemd Ekincî
 
Nûçegihanê ANF’ê Ersîn Çaksu
 
Nûçegihana Stêrk TV’yê Emel Yunis
 
Nûçegihanê North Pressê Dilsoz Dildar
 
Nûçegihan Yildiz û Rojbîn Ekîn
 
Rojemevan Abdreşîd Mihemed Mihemd
 
Nûçegihanê Rûdawê Huner Ehmed
 
Heta niha nehatiye diyarkirin bê ka rojnemevanên biyanî şehîd bûne,yan na.
 
Em wek Yekitiya Ragihandina Azad, em sersaxiyê ji hemû heval û malbata hevrê Seed Ehmed re dixwazin, her wiha soza şopandina rêya heqîqetê didin û şîfaya acil ji birîdarên hevalên xwe re dixwazin. Em di dawiyê de êrîşên dewleta hov şermezar dikin û civaka navdewletî, çapemenî, dezgehên çapemeniyê berpirsyariya ku îro dewleta Tirk derheqê sivîl û rojnamevanan de pêk tîne, dibînin.”