ANHA: Em soz didin hevalê xwe ku em ê şodarên heqîetê bin

  • 17:03 14 Cotmeh 2019
  • Rojane
HABER MERKEZİ - Ajansa nûçeyan ANHA'ya nûçegîhanê xwe Seed Ehmet ku di êrîşa li serê kaniyê de jiyana xwe ji dest da bibîr anî wiha got: "Em soz didin hevalê xwe ku wekî hevalên wî ku em ê li ser şopa wî li pey heqîqetê bin."
 
Ajansa Wararyê ya Nûçeyan (ANHA) derbarê nûçegîhanê xwe Seed Ehmed yê li serêkaniyê di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da de daxuyaniyek da. Ajansê di daxuyaniya xwe de hevalên xwe yên çapemeniyê ku jiyana xwe ji dest dan bi bîr xit û got; "Ji bo ku em rastiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê jiyîn ji gelê xwe re ragihînin em ê xebatên xwe berdewam bikin."
 
Daxuyaniya Ajansa ANHA'yê wiha ye: 
 
"Ji destpêka şoreşa gel a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ajansa me ANHA`yê şopandina bûyeran û belgekirina wan gav bi gav û diyarkirina siyasetên dijber, fen û fûtên ragihandinên dijber ku xizmeta ejindeyên derve dike, girt ser milê xwe. Armanca wan ew bû ku îradeya gelên herêmê û wekheviya gelan têk bibin.
 
Li ser vî esasî nûçegihanên me bi baweriyeke mezin dest bi şopandina bûyerên ku diqewimîn û belgekirina wan kir. Heta ku ajansa me bi saya van kadroyên ragihandinê ji hemû dezgehên çapemeniyê yên herêmî û navdewletî re bû çavkaniya sereke ya agahiyan. Di vê rêyê de ajansa me 3 şehîd dan; Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed ku 12`ê Cotmeha 2017`an şehîd bûn, her wiha Rizgar Adanmiş ku 18`ê Kanûna 2017`an dema berxwedana YPJ/YPG`ê û QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê û terorîstan wan ku xetere li ser tevahî cîhanê çêdikir dişopandin, şehîd bûn.
 
Her wiha çend nûçegihanên me dema şer û topbarana a çeteyan li ser taxên bajarê Helebê, Girê Spî û Girkê Legê û topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser bajarê Girê Spî wekî nûçegihanê me Îbrahîm El-Ehmed, Gulîstan Mihemed ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li bajarê Girê Spî hatin birîndarkirin.
 
Di demekê de ku Berxwedana Rûmetê di roja xwe ya 5`emîn de li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker dewam dikir, nûçegihanên me di hundirê bajarê Serêkaniyê de berxwedan kêlî bi kêlî dişopînin. Nûçegihanê me Saed Şêxmûs Ehmed bi karwanê sivîlan re ku ji tevahî bajarên herêma Cizîrê berê xwe dida Serêkaniyê da ku destekê bidin berxwedana wan, balafirên artêşa Tirk a dagirker karwanê sivîlan kir hedef û bombebaran kir. Li djî sivîlan komkujiyek pêk anî. Di encama wê de bi dehan kes şehîd bûn û birîndar çêbûn. Her wiha nûçegihanê me Saed Şêxmûs Ehmed jî şehîd bû û nûçegihanê me Mihemed Ekîncî jî tevî hinek rojnamevanên din birîndar bû.
 
Em wek Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) sersaxiyê ji malbata şehîd Saed Ehmed û tevahî şehîdên wê komkujiyê re dixwazin. Em şîfaya acil ji hevrêyê xwe Mihemed û tevahî rojnamevan û sivîlan re dixwazin.
 
Herêyê me Saed ji navçeya Til Temir e ku bi pirrengiya xwe çi Kurd, Ereb û Asûr tê naskirin. Sala 2016`an de tev li xebatên ajansa me bû. Ji ber xwesteka wî di derxistina rastiyê de û belgekirina bûyerên ku di nava şoreşê de çêdibûn, pir mezin bû. Nûçegihanê me pir bê deng bû. Tu carî nediwestiya. Her tim kameraya wî di dest wî de bû û li herêmê digeriya da ku rastiyê derxe holê. Îro jî di wê oxirê de bû şehîdekî din ji şehîdên ragihandina azad.
 
Em soz didin şehîdê xwe Saed Ehmed ku em ê rêya wî di derxistina rastiyê de ji raya giştî re berdewam bikin. Em topbarana li dijî sivîl û rojnamevanên ku dixwestin idîayên derew diyar bikin, şermezar dikin. Em bang li hemû dezgehên çapemeniyê yên herêmî û cîhanî dikin ku rastiya sûcên ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, hedefgirtina sivîlên li beramberî çavên tevahî cîhanê, derxin holê da ku tevahî cîhan rastiya bûyerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bike.
 
Em bang li rêxistinên çapemeniyê yên cîhanê dikin ku helwestên xwe li beramberî hedefgirtina sivîl û rojnamevanan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve diyar bikin."