'Kesek nikare me asteng bike'

  • 17:34 14 Cotmeh 2019
  • Rojane
MÊRSÎN - Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê xwest li dijî êrîşên ser Rojava daxuyanî bide lê polîsan asteng kir. HDP’iyan got: “Kesek nikare me asteng bike û yên deng dernexînin şirîkê vî sûcî ne .” 
 
Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê xwest li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojava li Parka Ozgur Çocuk daxuyanî li dar bixin. Polîsan daxuyaniya HDP’iyan li ber deriyê HDP’ê asteng kir û destûr nedan HDP daxuyaniyê bide. Girseya HDP’iyan li dijî astengiya polîsan dirûşm berz kirin û jinan lîland û li çepikan dan û helwesta polîsan şermezar kir. 
 
Hevserokê Rêxistina HDP’a Mêrsînê Mustafa Işik da zanîn ku kes nikare HDP’ê û rêveberên wê bi girtin û astengiyan bitirsîne û got: “Em partiya gel in. Tirkiye sûc dike. Yên dengê xwe li dijî vî sûcî dernexe ew jî şîrikên vî sûcî ne. Canê me ji canê yên li wir jiyana xwe ji dest didin ne binirxtir e.” 
 
Piştî demekê polîsan xwe ji ber avahiyê vekişand û girse belav bû.