Meclîsa Jinên Sûriyeyê ji bo êrîşên li ser sivîlên Serêkaniyê daxuyanî da

  • 19:00 14 Cotmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser sivîlên komvoya Cizîrê dema ku berê xwe didan Serêkaniyê ji bo piştgiriya Gelê Serêkaniyê, rastî komkujiyê hatin. Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da.
 
Artêşa tirk di 9'ê Cotmehê de êrîşî Rojava kir. Duh bi armanca şermezarkirina êrîşên artêşa tirk şêniyên Cizîrê berê xwe dan Serêkaniyê. Artêşa tirk bi balafiran êrîşî konvoya gelê Cizîrê kir û di encamê de gelek sivîl birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser êrîşên Serêkaniyê daxuyanî da. 
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
"Dewleta tirk li hemberî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê siyaseta xwe ya xerab li ser xaka Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê dimeşîne. Dixwaze bi rêya dewletên mezin armanca xwe ya dagirkeriyê bîne cih. Dewleta tirk di sibeha roja yekşemê 13'ê cotmeha 2019'an komkujiyeke nû di derheqê sivîlan de çêkir û li dîroka xwe ya qirêj sûcekî mezin zêde kir. 
 
Bi balafiran êrîşî sîvîlan kirin.Di encamê de bi dehan şehîd û nêzî 75 birîndar çêbûn. Ev tehlûkeya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi destê artêşa tirk çedibê, şermek pir mezin li ser mirovahiyê tê kirin. 
 
Em weke Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên tevahî jinan bang li hemû tevgerên jinan dikin ku komkujî û tehlûkeyê bidin sekinandin."