Xwendekarên Helebê êrîşa li ser Rojava şermezar kirin

  • 19:01 14 Cotmeh 2019
  • Rojane
HELEB - Zarok û xwendekarên bajarê Helebê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan. 
 
Bi pêşentiya KPC-D bi hezaran xwendekarên taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ji bo şermezarkirina êrîşên artêşa tirk ên, li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meşek girseyî li dar xistin. Meş ji pêşiya dibistana şehîd Alan Mihemed a dikeve taxa şerqî dest pê kir  û heta taxa xerbî berdewam kir. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Bila pêşerojê me nekujin" hatibû hilgirtin.
 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê li ser navê xwendekarên taxa Şêx Meqsûd Barîn Şêxo axivî û wiha got: "Bi kenê zarokan jiyan ronî dibe û di xeyalê wan de aşitî ava dibe. Zarok ronahiya jiyanê ye, lê îro li Rojava êrîşên herî hovane li ser zarokan tê meşandin. Di hundirê vî şerê qirêj de xeyal û pêşeroja zarokan dişewitînin û hêviyên ku xêz kiribûn bi bombeyan têne wêrankirin. Em xwendekarên taxa Şêx Meqsûdê a bajarê Helebê êrîşên dewleta dagirker li ser Rojava şermezar dikin. Em bi dengekî bilind bang li tevahî cîhanê dikin ku xwedî li mafê zarokan derkevin."
 
Meş bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.