5 têkoşerên azadiyê hatin oxirkirin
- 19:08 14 Cotmeh 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Bi hezaran Şêniyên Qamişloyê 5 tekoşerên xwe ku di çeperên pêş de li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan, bi merasimek girseyî li goristana Şehîd Delîl Saroxan, oxir kirin.
Bi hezaran Şêniyên Qamişloyê û endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, cenazeyên 5 têkoşerên xwe ku di encama êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dan, oxir kirin.
Navên têkoşerên hatin oxirkirin wiha ne:Mihemed Hesûn, Ehmed Qasim, Alan Mehmûd, Raman Elî, Ehmed Sûyerkilî.
Piştî deqeyek rêzgiritn li ser navê Malbatên Şehîdan axaftin hat kirin. Her wiha li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Çîger Axivî. Di axaftinê de sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û got: "Ev 8 sal in gelê me li ber xwe didin û vê berxwedanê hîn didomînin. Berxwedana pîroz ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro dikin wê dîrok binivîse. Wê dîrok tifaq û lihevkirinên navneteweyî û Tirkiyeyê jî şermezar bike. Em li vir in û em ê bimînin û li ser şopa tekokoşerên xwe bin."
Paşê navê têkoşerên azadiyê hat xwendin û li ser milan bi tililiyên dayikan sipartin axê.







