Ji qerekolê bersiva ‘guleya hewanê’: Em bi armanca cerebandinê davêjin
- 09:05 15 Cotmeh 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Ligel navenda navçeya Nisêbînê li gundan jî dengê pevçûn û çekan li gorî rojên ewil kêm bû. Du taxên girêdayê navçeyê hatin valakirin. Şêniyên taxê guleyên hewanê yên ji qerekolê tên avêtin pirsîn û bersiva ‘Em bi armanca cerebandinê diavêjin’ ji qerekolê girtin.
Tirkiyeyê di 9’ê cotmehê de li hember bakur û rojhilatê Sûriyeyê operasyona leşkerî da destpêkirin û piştî operasyonê Nisêbîn a Mêrdînê bibû navenda pevçûnan. Li gorî rojên ewl dengê pevçûn û çekan kêm bûye. Li gundên sînor jî heman rewş mijara gotinê ye.
Du tax hatin valakirin
Hat hînbûn ku piştî pevçûnan dest pêkiriye gundên Eznewur û Tilyaqup ji aliyê leşkeran ve hatiye valakirin. Li gunên ku bêdengî serdeste, welatî jê hatinbûn derxistin û li cem xizmên xwe bi cih bibûn. Li gundên din jî fikarên welatiyan didomin. Yek ji van gundan, gundê Erbete bû. 15 deqeyan ji navçeyê dur e û li xeta sînor e. Welatî di bin bombebaranan de jiyana xwe didomînin.
Qerekol: Em cerebandinê dikin
Gundiyên ku bi kamerayan dîmenê xwe girtin, diyar kirin ku ji ber guleyên hewanê herî zêde zarok bi bandor dibin û divê ev şer demildest bidawî be. Welatiyan bi lêv kir ku 3 roj berê ji ber pevçûnên dijwar ketine bodrumên xaniyên xwe û heta saetên êvarê derneketine derve. Welatiyekî diyar kir ku ji ber topa hewanê ketiye gundê wan Kertwên, li qerekolê geriyaye û qerekolê gotiye ‘em ji bo cerebandinê topan davêjin, ewlehiya we ne di xetereyê de ye.”
‘Bila operasyon raweste’
Welatiyek din jî wiha got: “Em tenê aştiyê dixwazin. Em tiştekî zêde naxwazin. Êdî bes e. Sê sal berê li Nisêbînê şer pêk hat. Gel niha neçar maye dîsa malên xwe terk bikin. Çi mafê we heye ku hun vê li mirovan rewa dibînin. Em dixwazin ku xwîn nerêje. Bila dawî li vê bê. Ev ax ji xwînê têr bûye.”







