'Em ê berxwedan û tekoşînê li dijî êrîşan mezin bikin'
- 10:31 15 Cotmeh 2019
- Rojane
Tolîn Muhemed
ŞEHBA - Mamoste û xwendekarên ku beşdarî meşa Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk axivîn û gotin: "Em ê berxwednê û tekoşînê li dijî êrîşan mezin bikin."
Bi armanca şermezarkirina bêdengiya dewletan û êrîşên Erdogan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li Navçeya Ehdas a Şehbayê hat lidarxistin. Mamsote û xwendekarên Efrînê ku tevli meşê bûn nêrînên xwe parve kirin.
'Berxwedana gel ji êrîşan mezintir e'
Mamosteya bi navê Zeyeneb Hecîka ya ji Efrînê ku niha li Şehbayê bi cih bûye, derbara piştgiriya xwe ya ji gelê Cizîrê de axivî û got: "Em îro hemû li ser piyanane. Ji ber ku Artêşa Tirk êrîşî gelê me dike û bêyî ku bi bêje ev jin, kal, pîr an jî zarok e topebaran dike. Li dijî van êîrîşan em ê herdem li ser piyan bin. Berxwedana me ji êrîşên Artêşa Tirk mezintire. Em ê bedelên herî buha jî fedaî axa xwe bikin û em nahêlin Erdogan derbasî vê axê bibe."
'Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye'
Lîne Dîngîl jî êrîşên Artêşa Tirk şermezar kirin û wiha domand: "Em kurd li kuderê bin hemû wekhevin. Li kuderê êrîş hebe em ê li hemer rawestin û têkoşîna xwe mezintir bikin. . Em Gelê Kurd bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde dikin, heta dawiyê em ê xwedî li şorêşa xwe derkevin ji ber şoreşa me şoreşa jinê ye."
'Em ê Efrîn rizgar bikin û Rojhilatê Firatê jî nadin wan'
Xwendekara bi navê Hedîl Derwîş jî wiha axivî: "Îro êrîş li Rojhilatê Firatê çêdibe, ew jî parçeyek ji axa me ye. Dewleta tirk Efrîn dagirkir, lê em nahêlin ku Cizîr jî wek Efrînê bibe. Bila Erdogan nebêje ku Efrîn ji xwe re girtiye, Em ê Efrînê rizgar bikin û Rojhilatê Firatê jî nadin wan. . Me bi xwîna têkoşerên azadiyê ev ax av daye. Kur ji ber ku axa xwe diparêzin, herdem bi êrîşan re rûbirû dimînin û axa wan tê dagirkirin."
'Erdogan xeyalên me didize'
Xwendekar Viyan Darî jî bal kişand ser qetîlkirina zarokan û wiha got: "Erdogan çi ji zarokan dixwaze, dibistanên me wêran dike. Xeyal û zarokatiya me didize. Em çi cihan ji Erdogan re nahêlin û em ê herdem têkoşîna xwe bilind bikin."







