Şaredariya Hesekê avê li gel belav dike
- 10:31 15 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Dewleta tirk ya êrîşên xwe yê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike û çavkaniyên jiyanê yên gel hedef digire. Artêşa Tirk herî dawî çavkaniya avê ku jê av li şêniyên herêmê dihat belavkirin topebaran kir û ava ku ji gel re dihat dayîn qut kir. Şaredariya Gel a Bajarê Hesekê ji bo ku gel mexdûr nebe avê li Şêniyan belav dike.
Dewleta tirk ji 9'ê Cotmehê ve êrîşî Rojava dike. Ji bo gel bê mexdûrkirin çi ji destê wan tê dikin. Artêşa tirk herî li gundê Elok ku çavkaniya avê lê ye û Serêkaniyê, Til Temir, Hesekê ji vê çavkaniyê pêdiviya xwe ya avê pêşwazî dikirin topebaran kir û gelê van herêman bê ava hişt.
Şaredariya Gel a Bajarê Hesekê ji bo tu kes bê av nemîne ji bîrên ku ava wê şêrîn e li gelê bajêr, tax û navçeya Til Temirê avê belav dike.







