Zarokên Şengalê: Em naxwazin zarok werin kuştin
- 11:33 15 Cotmeh 2019
- Rojane
ŞENGAL - Zarokên Şengalê ji bo zarokên Rojava meş li dar xistin.
Zarokên Şengalê ji bo zarokên Rojava li Çiyayê Serdestê yê Şengalê meş li dar xistin. Zarokan di meşa ku dest pê kir de wêneyên zarokên ku li Rojava hatin qetilkirin hilgirtin. Di meşê de zarokan dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava","Zarokan nekujin" berz kirin.
'Bila zarok her dem bextewar bin'
Zaroka bi navê Necbir Îbrahîm jî wiha got:"Em naxwazin zarok werin kuştin, bîrindar bibin. Bila zarok her dem bextewar bin. Biçin dibistanên xwe û bi awayekî azad lîstikên xwe bilîzin."
'Em naxwazin zarok werin kuştin'
Zaroka bi navê Erîvan Xidir hestên xwe wiha anî ziman :"Em ji bo zarokên Rojava hatine meşê. Em naxwazin zarok werin kuştin. Bila balafirên şer bisekinin. Ev zarok hîn biçûk in. Em naxwazin zarokên Rojava wek me koçber bibin û ji cihê xwe bibin. Dema fermanê em ji cih û warê xwe hatin derxistin loma me gelek zehmetî dît. Em naxwazin zarokên Rojava bi wan zehmetiyan re rû bi rû bimînin. Gelek zehmet e."
Di dawiya meşê de daxuyanî hat xwedin û daxuyanî ji aliyê Necla Emin ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo zarok neyên kuştin û jiyanek azad bijîn divê hemû cîhan li dijî şer dengê xwe bilind bike.







