'Divê jinên cîhanê li gel jinên Rojava cih bigirin'
- 12:50 15 Cotmeh 2019
- Rojane
STENBOL - Siyasetmedarên jin diyar kirin ku operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ya Artêşa Tirk li dijî şoreşa jinê ye û ev tişt gotin: "Dîmenên Hevrîn Xelef nîşanî me dan ku xetereye çawa û zîhniyeteke ça li wê derê tê meşandin. Em li dijî vî şerê ku hatiye destpêkirin û polîtîkayan bang li hemû jinên cîhanê dikin ku li gel jinên Rojava cihê xwe bigirin."
Bertekên li dijî êrîşên Atêşa Tirk ku ji 9'ê Cotmehê de êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike roj bi roj zêde dibin. Siyasetmedarên ku li ser êrîşên nirxandin kirin wiha gotin: "Ev êrîşên li dijî Rojava, li dijî destkeftiyên jinan e."
'Hemû jin bi hêviyek mezin li Rojava dinêrin'
Hevseroka Patiya Sosyalîst ya ji Nû de Azadî (SYKP) Canan Yuce: Şer tê wateya koçberiyê û hilweşandinê. Li tirkiyeya ku roj bi roj qetilkirina jinan zêde dibe, kujerên jinan nayên cezakirin, şer êrîş û tacîza li dijî jinan zêde bike. Têkoşîna Rojava ku bi salan e li hember DAÎŞ'ê dide û bi taybet jî ya jinên Rojava ji bo me wekî nefes e û hemû tevgerên jinan bi hêviyeke mezin. Li wê hem destkeftiyên jinan Rojava di xeterê de ne û li vir jî yên jinên li Tirkiyeyê di xeterê de ne. Ji ber vê em ji şer re dibêjin na.
Em di aştiyê de bi israr in. Ji roja ku êrîşan dest pê kiriye li her du aliyên sînor jî sivîl jiyana xwe ji dest didin. Di rojên borî de me bi qetilkirina Sekretera Giştî ya ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hevrîn Xelef re careke din tît ku bi hişmendiya baviksalar çawa êrîşî jinan tê kirin. Ji ber wê divê li hemû derê em ji şer re bibêjin na.
'Li dijî DAÎŞ'ê bi tena xwe têkoşîn dan'
Endama Lijneya Rêveberiyê ya Partiya Şoreşger Gamze Taşçi jî ev tişt got: "Tirkiye dixwaze sînorê xwe bi dagirkirinê firrehtir bike. Bi taybetî jî ev helwesta wê li dijî Kurtistanê zelal tê dîtin. Berî bi çend roja bi vekişîna DYA'yê re êrîşî Rojava kir û dest bi dagirkirinê kir. Li wê hemû gel ji bo parastina axa xwe têdikoşin. Li dijî DAÎŞ'ê bi tena xwe li ber xwe dan û bi ser ketin. Li wê di serî de destkeftiyên Gelê Kurd destkeftiyên hemû geên herêm ê hebûn. Em dizanin ku di hedefa bloka faşît ya AKP -MHP'ê de ev destkeftî hene. Em dizanin ku beldela vî şerî wê Gelên Tiriyeyê bide. Em ê têkoşîna ku dagirkeriyê bi dawî bike mezin bikin."
'Tişta li Rojava hat damezrandin jiyaneke azadîxwaz a jinan bû'
Hevseroka Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Ozlem Gumuştaş: "Ger ku ewlehiya sînorekî bê girtin ev ji bo hemû destkeftiyên herêmê wê bibe sedema serdemeke nû. Bicihkirina hêzên Sûriyeyê li ser sînor wê dagirkeriya Tirkiyeyê aşkera li ber çavn raxe. Di vê Tirkiye hêzên xwe ji herêmê vekişînie. Ger ku venekişe ev tê wateay şerê kurt û tirkan. Divê em wekî gelên Tirkiyeyê bizanibin ku li vê herêmê li dijî çeteyên hov ên wekî DAÎŞ'ê têkoşîneke mezin hatiye dayîn . Rojava ji bo me jinan pêşerojeke azd ava dike. Lê îro tê xwestin ku ev destkeftî bên têkbirin. Bi vê helwestê wê gelên herêmê radestî rêjîma qesrê bên kirin. Ji ber wê em jin li dijî vî şerî ne."
'Jinan bersîva zîhniyeta DAÎŞ'ê da'
Berdevka Meclisa jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî wiha got: "Em şoreşa jinê ku li Rojava pêk hat wekî Ronesansa Rojhilata Navîn bi nav dikin. Ev şoreşa ku bi destê jinê pêk hat em jin jê hêzê digirin. Ji ber vê jî em ji şoreşa rova re dibêjin şoreşa jinê. Lê îro bi êrîşên ku hatin destpêkirin re destkeftiyên jinan hedef tên girtin û koletî li Rojhilata Navîn li jinan bi taybtî jî li jinên di nav sînorê Sûriyeyê de tê ferzkirin."
‘Tu kes nikare parastina van êrîşan bike'
Endama Lijneya Rêveberinê ya Partiya Kesk Nesrîn Aslan jî ev tişt got: "Ez bi nasnameya xwe ya jinê, bi nasnameya xwe ya parêstvana xwezayê dibêjin şer nayê parstin. Ez dizanim ku hemû kes jî di vê ferqê de ye gelên li wê herêmê çawa li dijî DAÎŞ'ê şer kirin. Vê rastiyê hemû jinên cîhanê jî dizanin."
'Tişta li Rojava modela jiyanê ya ku navenda wê jin bû'
Endama Meclisa Jinê ya HDP'ê Mukaddest Erdogmûş jî wiha bal kişand ser êîrşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava û wih got: "Ji her ku cîhana nû ava bû li Rojhilata Navîn bi şerên ku dan destpêkirin hemû hêzên derketin pêş hatin tunekirin. Herî dawî jî jinên Rojava Derketin pêşberî wan. Jin bi carekê re di navenda siyasetê de cihê xwe girt. Wan li wê şoreşek pêk anî. Lê ev di heman demê de teşeyê serhildaneke kurdan a dawîn jî bû. Ji Sûcê şer ku li herêmê bê kirin Tirkiye berpirs e. Ji ber ku êrîşek li dijî destkeftiyên me ye em ê li destkeftiyên xwe xwedî derên."







