Kurdên li Herêma Federal a Kurdistanê: Pêwîste parlamento êrîşan şermezar bike
- 12:52 15 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYENA - Li Hewlêrê komek rêxistinên civaka sivîl, welatî û rojnameger kombûn û piştgirî dan berxwedana Rojavayê. Çalakvanan bi tûndî êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û bang li parlamentoyê kirin ku ji bo alîkariya Rojava ya mirovî û leşkerî biryar bide.
Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Federal a Kurdistanê li ber avahiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê xwepêşandanek dijî êrîşên dewleta Tirk ya ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin.
Di çalakiyê de ji aliyê Rêbaz Mistefa ve daxuyayaniyek hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di nava 7 rojan de dewleta Tirk gelek sûcên mezin yên navnetewî pêkaniye. Her wiha hat gotin ku pêwîst bû Parlamentoya Herêmê di roja yekem de li di jî êrîşên Tirkiyeyê xwedî helwest ba.
Her wiha çalakvanan daxwaznameyek radestî parlamentoyê kirin. Di daxwaznameyê de wiha hat gotin: "Divê parlamento biryar bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya mirovî ji bo Rojava bişîne û li ser şandina alîkariya leşkerî biryar bigre. Pêwîste parlamento binpêkirinên dewleta Tirk şermezar bike, herkesê ku îtiraf jî bike bê ceza kirin.”
Di çalakiyê de parlamentoya Goran Şayen Eskerî jî wiha axivî: "Ez daxuyaniya konsolosê Tirk yê li Hewlêrê şermezar dikim. Em ê daxwaznameya çalakvanan bibin parlamentoyê û wê kar li ser were kirin.”







